Di çapemeniya Îngilistanê de pêşbaziya serokwezîrtiyê

Aloziya serokwezîrtiya Îngilistanê îro sernavê rojnameyên welat bû.
Di rojnameyan de şîrovyên cuda yên derbarê daxwaza namzetiya Johnson û Sunak de hebû.
Ev pêşbazî çawa deng veda û di çapemeniya Îngilistanê de cihê xwe girt jî em li nûçeyê temaşe bikin.

Rojnameyên Îngîlîz di serî de daxuyaniyên Boris Johnson parve kirin.

Nêrîna hevpar a rojnameyan ev bû ku Sunak di pêşbaziyê de xwediyê pozîsyonek serdest e.

 The Guarian: Johnson, Sunak gavek bipêşde bir

Rojnameya Guardian nivîsand ku Johnson têdikoşiya ku têra xwe piştgirî bibîne, lê biryara wî ya beşdarî pêşbirkê nebe Rishi Sunak gavek pêşde bir.

The Sun: Johnson destmal avêt

Rojnameya The Sun nivîsand Johnso diyar kir ku ew dikare bi piştgirîya endamên partiya xwe ji nûve bibe serokê muhafezekaran, lê dîsa jî “ji ber tirsa ku ew ê nikaribe ava bike destmal avêt ser dîka pêşbirkê.”

Di redaksiyona rojnameyê de serokwezîrê berê bi hevoka “Niha ne dema wê ye Boris” hat hişyarkirin.

Daily Mail: Johnson xewna xwe danî aliyekî

Rojnameya Daily Mail derbarê biryara Johnson de wiha got:

“Serokwezîrê berê israr kir ku têra xwe piştgiriyek heye ku di hilbijartinê de cih bigire û bi wê piştgiriyê dikare bi ser bikeve.

Lêbelê, wî got ew ê ne tiştek rast be.”

Rojnameyê ji rûpela pêşî ve ronahiya analîzek li ser mijarê parve kir û got,

“Johnson ji bo xatirê partî û welat xewna xwe danî aliyekî.

Ev reftara ku ji aqil, rûmet û dewletbûnê re lazim e.

Wê dîsa dema wî were.”

The Mirror: Sunak hat li ser deshilatê

Rojnameya Mirrorê jî manşeta “Sunak hat ser deshilatê” avêt.

Rojnameyê nivîsand ku bi biryara Johnson, Sunak “wê bibe serokwezîrê nû yê Îngilîstanê yê nehilbijartî”.

Back to top button