REJÎM BI ZÊDETIRÎ 260 MOŞEKÎ GUNDEWARÊ IDLIBÊ TOPBARAN DIKE

Şer li herêmên agirbesta Pûtin-Erdogan a binketî dewam e. Di çarçoveya operasyonên rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsiyayê de, gundewarê Idlibê bi zêdetirî 260 moşekî hat topbarankirin. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku binpêkirinên li dijî qanûnê mirovî yê Navdewletî li Idlibê pêk tên û dibe ku derdora 2 milyon kes ji ber şer koçber bibin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji nîva şeva borî ve êrîşên rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsiyayê li gundewarên Hema û Idlibê ranewestiyane.

Balafirên şer li dijî herêmên Seyad û Kefer Zêta ên bakurê Hemayê 8 êrîşên esîmanî pêk anîn.

Her wiha gundewarê li Idlibê jî herêmên Xan Şêxon, Hereş, Abidîn, Qesabiya û Mehwer Ebû Dihûr bi zêdetirî 260 moşekan hatin topbarankirin.

Gundewarê Laziqiyê jî ji ber şer germ bû.

Komên çete yên dewleta Tirk a dagirker êrîşî bejahiya Kebaneyê kir.

Di encam de 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

NETEWÊN YEKBÛYÎ:
GER ŞER RANEWESTE, PÊKAN E 2 MILYON KES KOÇBER BIBIN

Li hember van êrîş û şerên dijwar, bertekên navdewletî zêdetir dibin.

Kordînatorê NY yê herêmî Panos Momsîs ragihand ku di encama van êrîşan de gelek sazî û avahiyên sivîl tên hedefgiritn û ev êrîş li dijî qanûnên mirovî yên Navdewletî ne.

Mosîs diyar kir ku pêkan e di berdewamiya vî şerî de derdora 2 milyon kes ji herêmên şer ber bi Tirkiyê ve koçber bibin.

NAVENDA LIHEVHATIN A RÛSÎ:
80 HEZAR SIVÎL AMADE NE JI IDLIBÊ DERKEVIN

Têkildarî mijarê, serokê Navenda Lihevhatina Rûsî li Sûriyê, Victor Kubcichen diyar kir ku nêzî 80 hezar sivîl dixwazin ji Idlibê derkevin.

Kubcichen got, ji bo pêşwazîkirina wan jî, amadekarî tên kirin.

Di encama şerê ku ev du mehe li Idlib û Hemayê rû dide de;

189 zarok di nav de nêzî 700 kes mirine.

û zêdetirî nîv milyon kes jî koçber bûne.

Leave a Reply

Back to top button