“Sînorên deryayî yên Îsraîl û Libnanê diyar bû”

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid peymana hatî mohrkirin weke “dîrokî” binav kir û got; Wê ev yek bibe sedemê misogeriya ewlekariya Îsraîlê.

Bi dehê salan e ji ber rewşên şer û aloziyan, mijara sînorên deryayî di navbera Îsraîl û Libnanê de pirsgirêkek mezin bû.

Ji ber vê çendê gelek caran alî hev bi binpêkirina serweriyê tawanbar dikirin.

Di bin navê çareserkirina aloziyê de ev demeke di navbera Beyrûd û Tel Avîvê de danûstandin hebûn.

Lapid: Diyarkirina sînor ji bo me dîrokî ye

Piştî pêvajoyeke demdirêk, serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid ragihand ki alî li ser diyarkirina sînor lihev kirine.

Lapid bi bîr xist ku herdû welat hê jî di nava şer de û got;

Lihevkirina ji bo me dîrokî ye. Wê aramî û ewlehiya me misoger bibe.

Ev lihevkirina her wiha wê rê li ber geşbûna aboriya Îsraîlê jî veke.

Libnan: di reşnivîsê de hemû daxwazên me hene

Nûnerê Libnanê yê danûstandinan Îlyad Bû Sab jî li ser mijarê wiha got;

Me şiklê dawî yê reşnivîsa peymanê wergirt. Tê de hemû daxwazên welatê me hene.

Beriya niha Hîzbullahê gef li Îsraîlê xwaribû ku eger li nava sînorên deryayê yên Libananê lêgerîna gazê bike, wê ev yek bê bersiv nemîne.

Back to top button