Li Iraqê 11 Partiyan daxwaza hilweşandina parlementoyê û avakirina hikûmeteke nû kirin

Li Iraqê 11 partiyên Iraqê daxwaza hilweşandina parlamentoyê kirin

11 partiyên Iraqê daxwaza hilweşandina parlamentoya Iraqê û avakirina hikûmeta nû kirin.

Herwiha banga alîkariyê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.

Partiyên Iraqê bi navê ‘Hêzê Guhertina Demokratîk’ daxuyanî dan û ragihandin ku li ser hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê re 10 meh derbas dibin, komên siyarî yên bi bandor nekarîne, aloziyan çareser bikin û pêşbaziyê li ser berjewendiyên teng dikin û wiha dewam kirin;

“Em daxwaza avakirina hikûmeta nû dikin. Bikûjên xwepêşanderan werin lêpirsînkirin û aqûbeta çalakvanên windane werin diyarkirin. Dosya mezin a gendelî û gendelekaran bigihîn dagehê.”

Her 11 partî daxwazê ji hikûmetê dikin ku ji bo hilbijartinek dadperwerî û bêalî ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de kar bike.

Partiyan di dawiyê de ragihandin ku ji bo lidarxistina konfeserekî giştî ya nîştimanî ya ji bo pêkanîna eniyek nîştimanî ya ji bo hêzên guhertina demokrasî di nava amadakariyê de ne.

Back to top button