Li Ranya êrişên dewleta Tirk hate şermezarkirin

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Li bajarokê Çarqurne ya ser bi Îdareya Raperînê duh balafirek bê mirov wesayîtek bombekir û di encamê de 2 welatî birîndar bibûn.

Bêstûn Resûl şofêrê weyasîtê û kesek ji pêre birîndar bibû îro tevlî çalakiya li Baxê Giştî ya li navçeya Ranya ya li silêmaniyê bû û li dijî êrişên dewleta Tirk daxuyanî da.

Bêstûn Resûl got: “Ez û hevalekî xwe ku em karkerin û ti peywendiya me bi ti aliyên siyasî ve nîne, dema ku em vedigeriyan ji aliyê balafira bêmirov a dewleta Tirk ve hatin bombebebarankirn.

Em herdu birîndar bûyîn. Lê niha rewşa tenduristiya me başe.

Hevalê min hostayê mermer bû û li wir kar dikir. Navê wî nizare û xelkê Rojava ye.

Di serî de me got ku tekelê wesayîta me teqiya, piştî ku hewara me hatin û em ji nava wesayîtê derxistin, gotin ku hun ji aliyê balafirê ve hatin bombebarankirin. “

Back to top button