Endamê Komîteya ‘Azadî ji Rêber Ocalan’ re ya Başûrê Kurdistanê Herêm Mehmûd tecrîda li dijî Rber Apo şermezar kir.
Herêm Mehmûd destnîşan kir ku bi tevlîbûna hemû sîstema cîhanê û NATO’yê, komploya navnetewî heya niha jî dewam dike.
Herêm de da zanîn ku komplo ne tenê li dijî Rêber Apo bû û wiha got: ”Komplo ne tenê li dijî rêber Apo bû.
Di heman demê de tecrîdkirina miletekî bû û hewldana pêşxistina plana dagirkeriyê bû.
Hêzên komploger naxwazin fikrê rêber Apo û îdeolojiya wî belav bibe, ji bo wê jî ev komplo pêk hat.”
Herêm Mehmûd bang li hemû kesî kir ku xwedî li Rêber Apo derbikevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî dev ji çalakiyên xwe bernedin.