Koabnê-Erdhejê zirar gihand parzûngeha ava vexwarinê

Erdheja ku çêbû zirar gihand parzûngeheke ava vexwarinê ya li Kobanê.
Ji bo wê banga sererastkirina parzûngehê hat kirin. 

Erdheja 6′ê Sibatê bandor li herêma Firatê jî kir.

Li herêma Firatê 13 dibistanên li Kobanê û parzûngeheke ava vexwarinê zirar dîtin.

Parzûngeh avê dide 50 hezar şêniyên li 18 gundan.

Hate diyarkirin ku piştî zirara gihîştiye parzûngehê, ne pêkan e avê bide 18 gundan.

Pêdiviya wê bi sererastkirinê heye.

Hevserokê Rêveberiya Avê ya Herêma Firatê Mesûd Bozî derbarê mijarê de axivî.

Mesûd Bozî diyar kir ku ew li beramber karesateke mirovî ne, ger bi lez helwest nehatin girtin.

Back to top button