Însiyatîfa Nûn serdana konseya Ewropayê kir

Berdevka Însiyatîfa Nûn a Ji Ocalan re Azadî Sewsen Şoman encama hevdîtina li Konseya Ewropayê re eşkere kir.
Sewsen Şoman diyar kir ku wan gelek hevdîtin pêk anîn û aliyan soz dan ku ew ê doza Rêber Apo bixin raporên xwe yên dema bê.
Her wiha Sewsen Şoman eşkere kir ku wan xwest bi CPTʹyê re jî hevdîtin bikin lê CPT’î demeke ji bo hevdîtinê diyar nekir. 

Şandeyeke Însiyatîfa Nûn a Ji Ocalan re Azadî, serdana Konseya Ewropayê kir..

Serdana şandeyê ji bo nîqaşkirina binpêkirinên li girtîgeha Îmraliyê yên li dijî Rêber Apo bû.

Hevdîtin di navbera 23-26’ê Çileyê de li bajarê Strasburg ê Fransayê pêk hat.

Berdevka Însiyatîfa Nûn encamên hevdîtinan eşkere kir

Koordînator û Berdevka Însiyatîfê Sewsen Şoman encamê hevdîtina li konseyê eşkere kir.

Sewsen Şoman dibêje armanca hevdîtinê pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Apo bû.

Û parvekirina hemû binpêkirinên ku li Îmraliyê têne kirin bû.

Sewsen Şoman: Me gelek hevdîtin pêk anîn

Sewsen Şoman got: ”Me hevdîtin bi parlamenterên çepgir, parlamenterên bloka rastgir,

Komteya Edaletê ya Qibrisê ya di Konseya Ewropayê, Komîteya Pêkanîna Biryarên Dadgehên Ewropa

Û Konseya Ewlekariyê re jî kirin.

Aliyên ku me hevdîtin bi wan re kir, diyar kirin ku dewleta Tirk binpêkirinan dike ev eşkere ye.

Her wiha piştrast kirin ku mijar tenê siyasî ye. Em gihiştin vê encamê ku em mafdar in û qanûnî ne.

Aliyan soz dan ku ew ê doza Rêber Apo bixin raporên xwe yên dema bê.

Sewsen Şoman: CPT ji bo hevdîtinê demek diyar nekir

Sewsen Şoman derbarê nepêhatine hevdîtinê bi CPT’yê re jî ev tişt anî ziman:

“Tevî israra me, CPT’yê demek ji bo hevdîtinê diyar nekir û bersiv neda daxwazên me.

Me got, divê agahî der barê rewşa tenduristî ya Rêber Apo de werin dayîn.

Ji ber ku redkirina daxwazên parêzeran ên hevdîtinê êdî rewşa mirovî ya awarte derbas kiriye.”

Sewsen Soman: Em mafdar in, em ê vê xetê dewam bikin

Berdevka Însiyatîfa Nûn da zanîn ku piştevaniyeke mezin a navneteweyî ji bo doza Rêber Apo heye û got:

“Ji ber ku ev doz dozeke mirovî ye. Doza girtina ronakbîrekî neteweyî ye, ne doza ronakbîrekî etnîkekê ye.

Ev yek îlhama hêzê dide ku em mafdar in û xwediyê dozê ne, ji ber vê yekê em ê vê xetê berdewam bikin.”

Back to top button