SIÛDIYÊ BERPIRSYARTIYA ÊRÎŞÊN KENDAVÊ GIRTE SER ÎRANÊ

Roja Pêncşemê êrîş li dijî 2 keştiyên neftê li Kendava Omanê pêk hatibû.
Amerîka jî yekser tiliyên tawanbariyê dirêjî Îranê kir.
Îro Siûdiyê û Brîtanya jî Îran weke berpirsyara êrîşê destnîşan kir.

Mîrê Siûdiyê Mihemed Bin Selman ji rojnameya Şerq el-Ewset re axivî û Îran bi êrîşên Kendava Omanê tawanbar kir.

Bin Selman got:

Rejîma Îranî ti rêzdarî ji mêvanê xwe Şînzo Abê re negirt û çaxa ew li Îranê bû, êrîşî 2 keştiyan kir ku yek ji wan Japonî bû.

Mîrê Siûdiyê teqez kir ku ew şer naxwazin, lê ew ê, ji bersiva her gefê re hazir bin.

Di vê çarçoveyê de, wezîrê karê derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt jî ji BBC re axivî û got:

London dibîne ti welat ji bilî Îranê van êrîşan nake û em hema hema ji vê yekê piştrast in.

Lê belê Kremlin bang li hemû aliyan kir da nirxandineke berpirsyar ji bo vê bûyerê bikin û li benda encamên piştrast bin.

Leave a Reply

Back to top button