![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2023/02/IRAN.jpg)
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 22 kesan çavên xwe winda kirin.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê piraniya wan jinên ciwanan.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê vê kiryara hêzên ewlehiyê yên Îranê weke nemirovane û derveyî yasayê pênase kir û got:
“Hêzên ewlekarî yên Îranê ev yek weke karekî sîstematîk ji bo tepeserkirina xwenîşandanên girseyî pêk anîne.”
Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê Mihemed Emîn Muqedem got:
“Yek ji gavên herî girîng dadgehkirna binpêkirinên mafên mirovane û pêkanîna edaletê ye, bi riya belgeyan eşkerekirina sûce.”