Zelensky: Rewşa li herêma Donbasê kambax e

Diyar e ku tevî alîkariya leşkerî ya Amerîkayê jî, artêşa Umraynayê nikare xwe li ber êrişên Rûsyayê bigre.
Ev rast ji daxuyaniya serokê welat Zelensky jî eşkere bû.
Ji ber êrişên giran ên artêşa Rûs, Zelensky ragihand ku rewş li herêma Donbasê kambax e.
Di vê navberê de keştiya ji dexlê Ukrayna barkirî, li Tirkiyê ye.

Tiştek nikare behsa rastiya şer bike.

Rewş kambax e û mîna dojehê ye.

Bi van gotinan, Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky behsa dijwariya şerê li herêma Donbasê kir.

Zelensky li wê yekê mukir hat ku alîkariya leşkerî ya Amerîka dide wan têrê nake li hemberî hêza Rûsyayê rabin û got;

Hejmara leşkeran û bandora topxaneyên artêşa Rûsyayê bi ser a Ukranyayê dikeve.

Di vê navberê şerê li bajarê Xîrsonê jî dijwar dibe.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûs karwaneke koçberan topbaran kirin û di encamê de 3 sivîl hatin kuştin.

Rûsya: Li Xarkîv û Mykolaîv derbên xurt li hêzên Ukrayna hatine xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî îdîa kir ku hêzên wan li herêmên Xakrîv û Mykolaîv derbên giran li artêşa Ukraynayê dane.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, li Rojhilatê welat, 7 ambarên çekan hatine rûxandin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê wekî din diyar kir ku êdî Amerîka yekser bûye aliyeke şerê li Ukraynayê.

Di vê navberê de Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku ji destpêka şer ve, 10 mîlyona Ukraynî ji cih warên xwe bûne.

Rewşa Ukrayniyên ku derketine welatên derveyî sînor aloz bûye.

Keştiya bi dexlê Ukrayna barkirî li Tirkiyê ye

Li aliyek din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand keştiya barhilgir a Razoni ku ji ceh barkirî gihiştiye Stenbolê.

Keştiya navbûrî ji Bendera Odessa ya Ukraynayê birê ketibû.

Back to top button