Asayîşê jî bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.
Hêzên Asayîşê di daxuyaniya xwe de wiha got: Dagirkeriya Tirk ji duh êvarê heta vê sibê êrişên xwe li ser navçeyên Dirbêsiyê û Amûdê û gundewarên wê zêde kirine.
Her wiha topbarana li ser navçeya Til Temir û gundewarên wê jî dewam dike.
Di encama êrişan de 3 welatî birîndar bûn.
Hêzên Asayîşê: Di êrişa li ser Kobanê de, zarokek 14 salî şehîd û 5 welatî jî birîndar bûn
Her wiha bajarê Kobanê bi giranî topbaran kir, di encamê de zarokekî 14 salî şehîd bû, yek jê jin û yek jî zarok 5 welatî birîndar bûn.
Her wiha zirar li saziyên xismetguzarî jî bûn.
Ji ber bêdengiya navnetewî dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser herêmê zêde kirine û li hemberî vê yekê dewletên garantor bi erkên xwe ranabin.
Asayîşê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ew ê parastina ewlehî û aramiya herêmê dewam bikin.