Li Ewropayê zêdeyî 3 milyon dengê hilbijêrên qeydkirî hene

Ji bo hilbijartinên parlamenteriyê û serokkomariyê yên li Tirkiyeyê, dengdana li derveyî welat destpê kir.
Di vê çarçoveyê de zêdeyî 3 milyon hilbijêr wê biçin ser sindoqan.
Li welatên Ewropayê 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr hene û kar û barê dengdayînê wê ji 27’ê nîsanê heta 9’ê gulanê bidome.

Hilbijêrên li derveyî welat ji bo hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan dikarin ji îro û şûn de biçin ser sindoqan.

Hilbijêr dikarin li 4 hezar û 969 sindoqên li nûnertiyan, konsolosxane, balafirgeh û deriyên gumrikê hatine danîn dengê xwe bidin.

Li gorî Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), ji bo dengdana li derveyî welat li gumrukan 4 hezar û 671 sindoq hatin danîn.

Hate ragihandin ku li derveyî welat 3 milyon û 416 hezar û 98 hilbijêrên qeydkirî hene.

Hejmara hilbijêrên ku cara yekemîn li derveyî welat dengê xwe bidin 277 hezar û 646 kes in.

Bi destpêkirina kar û barê dengdayînê re ji bo welatiyên li derveyî welat dijîn, ji saet 08.00’an ve li Balafirgeha Stenbolê sindoq hate danîn.

Dengdana li nûneriyên derve di dema hatiye diyarikrin de nava hefteyê û dawiya hefteyê bi dema herêmî ,

Di navbera seat 09:00 û 21:00 de..

Welatên ku sindoq lê hatine danîn û dîrok bi vî rengî ne:

Ji 27’ê Nîsanê heya 9’ê Gulanê li Almanya, Fransa, Avûsturya, Danîmarka, Luksemburg..

Ji 29’ê Nîsanê heta 7 Gulanê li Hollanda, Belçîka, Ingilistan, Swîsre, Norweç, Awûstralya, Kanada, DYA û Yewnanistan.

  • Her wiha ji 1 heya 7’ê Gulanê li Swêd û Fînlandiya.
  • Ji 3 Gulanê heya 7’ê heman mehê wê li Îtalya, Polonya, Romanya û Çekyayê be.
  • Ji 5 heya 7’ê Gulanê li Spanya, Japonya, Macaristan û Bosna Hersekê .
  • Li Malta, Moldova, Portekîz, Sirbistan û Slovakyayê ji 6 heya 7’ê Gulanê wê deng bê dayîn..
Back to top button