HDP: Rojava bûye navenda Demokrasiyê

Rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan, bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê daxuyanî dan û gotin:
Berxwedan û têkoşîna demokrasiyê ya li dijî zordestiyê rewa ye.
Êdî Rojava bûye navenda demokrasiyê.

Daxuyanî li gelek bajar û navçeyên Riha, Şirnex, Edene, Hatay û Antalya bi beşdarbûna parlementerên HDP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kesan hate dayîn.

Rêxistinên HDP’ê despêkê balkişandin ser dagirkeriya dewleta tirk a bakurê Sûrî û gotin:

Ev êrîş ne ‘Kaniya Aştiyê ye’, ger bibe jî ‘Kaniya xerabûnê ye’.

Hêzên tekparêz û deshilatdar şer û zordestiyê li mirovahiyê ferz dikin û dixwazin demokrasiya li Rojava hatiye avakirin bi fetisînin.

Rêxistinên HDP’ê destnîşan kirin ku di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de berxwedan û têkoşîna demokrasiyê ya li dijî zordestiyê tê meşandin rewa ye û ev bang kirin:

Êdî Rojava bûye navenda demokrasiyê.

Em weke HDP’ê Rojên Rojava ya Cihanî û Kobanê ya Cîhanî pîroz dikin û banga mezinkirina têkoşînê li hemû raya giştî dikin.”

Leave a Reply

Back to top button