Li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê hêzên QSD’ê mafê xwe yê rewa bikartînin û bersîv didin.
QSD’ê encama êrîş û berxwedaniya li hemberî vê pêk hatiye eşkere kir û diyarkir ku di 24 saetên dawî de 12 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin, 3 panzer û wesaîtên artêşa Tirk jî hatine teqandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî yên li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Li gorî vê:
Li Eniya Ebû Rasen a Til Temirê artêşa dagirker û çeteyên wê li gundên Ing el-Hewa, Til Mihemed, Ezîziyê, Cemilîyê, Mehmûdiyê, Tewila û li bajarokê Ebû Rasen bi çekên giran û hejmarek zêde çeteyan êrîş birin li ser herêmên sîvîlan û hewl dan ku cihên ku dagir kirine berfireh bikin.
Şervanan di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan û şerên giran qewimîn.
Di encamê de gelek çeteyên artêşa Tirk dagirker hatin kuştin û birîndar bûn.
Her wiha panzerek hate teqandin û yek jî hate derb kirin.
Dîsa li gundê Erbe’în dema komên çete xwestin êrîş bikin, şervanên QSD’ê bersiv dan.
Di encam de 7 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Li êniya Kobanî û Eyn Îsa jî li gundên Alarîda, Xirbet Faris û Ebû Dihûr artêşa dagirker û çeteyên wê xwestin êrîşî çeperên şervanên QSD’ê bikin.
Şervanan jî yekser bersiva êrîşan dan û paşê êrîş şikandin.
Di encamê de 5 çete hatin kuştin, wesaîtek leşkerî û maşîneyek kar hatin teqandin.
Navenda ragihandin û çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di encama şerê 24 saetên dawiyê de herî kêm 12 çete hatine kuştin, 4 birîndar bûne û 3 panzer û wesaîteên leşkerî jî hatine teqandin.



