Partiyên siyasî û rêxistinên civakî û tevgerên jinan ên Helebê li dijî êrişan daxwiyaniyek dan û got :“Li dijî êrişan em li kêleka QSD û Rêveberiya Xweser bin .”
Ji bo piştgiriya berxwedana gel û QSD’ê daxwiyanî hat dayîn ..
Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk hat kirin û hat gotin :
“Em van kiryarên dermirovî û binpêkirina serweriya Sûriyê bi tundî şermezar dikin.
Armanca Tirkiyê ji van êrişan astengkirina projeya demokratîk û têkbirina aramiya herêmê ye.”
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku zextê li Tirkiyê bikin û vê êrişê rawestînin.
Di dawiyê de ev yek hat gotin:
“Biryara me di van rojên dijwar û çarenûsî de, em bi biryara QSD`ê û Rêveberiya Xweser re ne.”