Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena derbarê êrişên domdar ên li dijî herêmê axivî..
Matay Hena diyar kir ku dewleta Tirk deverên ku sivîl lê hene, navendên xizmetguzariyê û yên tenduristiyê dike hedef û got:
“Şervanên meclisê ji bo parastina hemû pêkhateyên herêmê ji êrişên dewleta Tirk, amade ne.”
Dewleta Tirk ji 19’ê Mijdarê ve êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirine.
Têkildarî mijarê, Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena nirxandin kir..
Matay Hena diyar kir ku vê demê dewleta Tirk êriş û sûcên xwe zêde kirine û got:
Dewleta Tirk a dagirker deverên ku şênî lê hene, navendên xizmetguzariyê û yên tenduristiyê dike armanc.
Êrişên domdar ên dewleta Tirk li ser herêmê, bûn sedema şehadet û birîndarbûna bi dehan sivîl û şervanan.
Êrişî gundên Suryan û Asûran jî kirin, ev yek jî ji bo dagirkirina erdnîgariyeke zêdetir a herêmê tê kirin.”
Hena da zanîn ku dewleta Tirk siyaseta koçberkirin û guhertina demografiya herêmê dimeşîne..
Vê jî ji bo ku gel neçar bibe ji xak û herêmên xwe koçber bibe, dike.
Matay Hena hêzên navneteweyî ji êrişên dewleta Tirk berpirsyar dît..
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena herî dawiyê ev yek tekez kir:
Ji bo parastina gelê xwe û axa xwe em ê her li pêş bin û dudil nebin.