Sûriyê beşdarî civîna encûmena Aborî û Civakî ya Komkara Erebî bû

Wezîrê Aborî û Bazirganiya Sûriyê beşdarî civîna Wezîra Aborî û Civakî ya Komkara Erebî bû û bang li welatên Ereban kir ku li nava Sûriyê veberhênanê bikin.

Wezîrê Aborî û Bazirganî ya Derve a Sûriyê Mihemed Samir Xelîl diyar kir ku Sûriyê di hemû waran de amadeye ku bi welatên ereban re kar bike.

Her wiha Wezîrê Darayî ya Siadiyê Mihemed Cedian pêşwazî li vegera Sûriyê bo komkara Erebî kir.

Siadiyê Mihemed Cedian destnîşa kir ku ew dixwazin bi Sûriyê re kar bikin.

Piştî 12 salan ji dûrxistinê duh cara yekemîn Sûriyê di civîna Wezîrê Aborî û Civakî ya Komkara Erebî de amade dibe.

Her wiha Serokê Îmarat Mihemed bin Zayid El-elNehiyan jî bi fermî Serokê Sûriyê Beşar El-Esed
bo beşdarbûna konfiransa Keşf û Hewayê kir.

Baliyozxaneya Îmarat ya li Şamê bi tiwîtirekê ragihandiyê ku roja şemiyê Serokê Sûriyê vexewdnameya bo civînê wergirtiye.

Civîna Keşif û Hewayê 28 wê 30 Mijdarê dest pê bike heya 12 Kanûnê li Dûbeyê her wê berdewam bike.

Vegera Sûriyê li Komkara Erebî hat pejirandin

Back to top button