Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe ku li Eyn Îsa şehîd bûye, eşkere kir.
QSD’ê diyar kir ku şervanê wan Muhemed Xelîl El- Elo dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, di encama qezayekê de, şehîd bû.
QSD’ê derbarê şehîd Şehîd Mihemed de ev yek got:
“Şehîd Muhemed mînaka şervanê bisebir û dilsoz bû.
Ew tevlî hemleyên li dijî DAIŞ`ê bûbû û di hemû şerên ku tevlê dibû de, berxwedaneke mezin nîşan dida û Xwedî giyanekî hevaltî yê bilind bû.
Ji ber wê di nava hevalên xwe de hezkirî bû.”
QSD’ê di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza domandina rêya şehîdan dubare kir.
Li gorî daxuyaniya QSD`ê nasnameya şehîd wiha ye:
Navê Şoreşgerî: Muhemed
Nav û Paşnav: Muhemed Xelîl El Elo
Navê Dayikê: Emşe
Navê Bav: Xelîl
Cih û dîroka jidayikbûnê: Elî Baciliye, 2002
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 23 Sibat 2023