Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyeke komkujiyên li Helebçe, Qamişlo, Gazî û Efrînê şermezar kir.
KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de dazanîn ku meha Adarê ji aliyê gelê Kurdistanê ve meha komkujî û berxwedanê ye, ev gel bi berxwedanê nirxên xwe parastiye.
KCDK-E’yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:
“Dîktator Saddam sala 1988’an li Helebçeyê bi gazên kîmyewî û hardalê 5 hezar mirovên me komkujî kir, dewleta Tirk a mêtinger jî 12’ê Adara 1995’an li Stenbolê Komkujiya Gazî kir. Rejîma Sûriyeyê jî 12’ê Adara 2004’an li Qamişlo komkujî kir.
Faşîzma AKP-MHP’ê jî 18’ê Adara 2018’an bi heman zîhniyet û polîtîkayên komkujiyê Efrîn dagir kir.”
KCDK-E: Divê gelê me berxwedanê geş bike û yekîtiya netewî ava bikin
KCDK-E’ê dazanîn ku hişmendiya ku doh li Helebçeyê bi çekên kîmyewî hewl da têkoşîna gelê me bitepisînin, bi heman rengî îro li Efrîn, Şengal, Başûr, Mexmûr û Bakurê Kurdistanê pêk tê.
Li dijî hişmendiya qirker KCDK-E’yê bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku li dijî dijî êrişên qirker û komkujiyan, wezîfeya xwe ya wijdanî û exlaqî bi cih bînin, li ser bingeha yekîtiya neteweyî berxwedanê mezin bikin.