Rêveberê bendava Tişrînê: Ji sedî 85 bendav rawestiya ye

Rêveberê Bendava Rojava (Tişrîn) Hemûd El Hemadîn diyar kir ku ji ber kêmbûna avê ji sedî 85 bendava Tiştrîn rawestiya ye.

Rêveberê Bendava Rojava (Tişrîn) Endazyar Hemûd El Hemadîn ji bo qutkirina ava bendavê axivî.

Hemûd El Hemadîn da zanîn ku rêjeya xwezayî ya Bendava Tişrînê 325.50 metre ji asta deryayê bilinde û got:

”Lê îro asta ava golê bûye 320.98’an.

Bendav par hatibû rawestandin û ew bitirsin ku îsal jî ev yek dûbare bibe.

Eger kêmbûna avê dewam bike em ê li pêşberî felaketeke jîngehî û mirovî re rû bi rû bimînin.”

El-Hemadîn diyar kir ku depoya stratejîk ya avê diqede û rêjeya ku maye jî asta herî jêr e.

Di encamê de şênî ji mafên herî biçûk an ku mafê bidestxistina ava vexwarinê bêpar in.”

El-Hemadîn dawiyê destnîşan kir ku ger jêrî vê rêjeyê dê gola Bendava Firatê veguhere çemekê normal ku êdî navê golê jê re nabe.

Back to top button