Rûspiyên eşîrên Efrîn û Şehbayê banga hişyariyê li xelkê Minbicê kirin

Rûspiyên Eşîrên Şehba, Efrîn, Helebê û Meclisên Malbatên Şehîdan ên Tebqa û Reqa bi daxuyaniyan diyar kir ku bajarê Minbic nimûneya jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Sûriyê de ye. Her wiha bang li xelkên Minbicê kir ku li pey gotegotên ku armanca wan derxistina fitneyan e, neçin.

Bangên ji bo şêniyên Minbicê ku li hember hewldanên fitne û tevliheviyê hişyar bibin, zêde dibin..

Rûspiyên Eşîran yên Şehba û Efrînê di vê derbarê de daxuyaniyek li navçeya Fafîn ya Şehbayê da.

Rûsipiyan diyar kir ku beriya çend rojan xelkên Minbicê bi azadî û demokrasî banga pêkanîna daxwazên xwe kir..

Lê kesên ku dixwazin fitneyê bikin ev yek ji xwe re weke derfetekê dîtin û yekser dest bi hewldanên xwe yên derxistina fitneyê kir..

Rûsipiyan piştgiriya xwe bi xelkê Minbicê re teqez kir û bang wan kir ku derfetê nedin kesên ku dixwazin armiya herêmê têk bibin..

Rûspiyên Helebê: Deriyê Rêveberiya Xweser ji nîqaşan re vekirî ye

Rûspiyên Eşîrên Helebê jî bi heman aarmancê daxuyaniyek da û diyar kir ku di demên dawiyê de êrîşên li ser Rêveberiya Xweser zêde bûne..

Rûspiyan da zanîn ku kesên ku dixwazin li Minbicê fitneyan derbixin armanca wan têkbirina aramiya herêmê ya ku bi xwîna şehîdan hatî bidestxistin..

Her wiha diyar kirin ku deriyê Rêveberiya Xweser ji bo nîqaşan vekirî ye û bang li xelkê Minbcê kir ku nekevin xefka dijmin..

”Li pey gotegotên bi armanca derxistina fitneyê, neçin”

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku bajarê Minbicê nimûneya jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Sûriyê de ye.

Her wiha da zanîn ku kesên dixwazin ewlehî û aramiya bajêr xira bikin xwepêşandanên li bajêr ji xwe re keysbaz kir û tevlîhevî derxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê jî daxuyaniyek da û têde bang li şêniyên herêmê kir ku li pey gotegotên ku armanca wan derxistina fitneyan e, neçin.

Her wiha di kesayeta şehîd Ebû Leyla û Ebû Emced de hemû şehîdên Minbicê bi bîr anîn.

Back to top button