Dr.Ciwan Mistefa: Rêjeya pêketiyên Coronayê kêm dibe

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi Coronayê dikevin, êdî kêm dibe.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa ragihand ku rêya pêketina bi Coronayê li herêmê kêm bûye.

Ciwan Mistefa ev yek jî li pêkanîna şêniyan a biryarên qedexeya giştî û tedbîrên xweparastinê, vegerand.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê got:

Niha cîhan bi tevahî bi rewşeke metirsiya nifşê nû ya vîrusa Coronayê re dijî.

Dibe ku ev nifş derbasî herêmên me bibin, ji lewre divê xelk bi cidî vê nexweşiyê bigerin.

Back to top button