HPG’ê: Li Zap û Metîna 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap, Xakurkê û Metîna li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyên gerîlayan de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Her wiha HPG’ê diyar kir dewleta Tirk 20 caran bi çekên kîmyewî êrişî qadên gerîla kir.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir berxwedana Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê ya li dijî tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk bê navber dewam dike û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 20’ê Îlonê li Qada Sîda ya girêdayî Herêma Zapê sê caran bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer yên Şehîd Dogan ve werin.

Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.

Heman rojê di çalakiya sekvaniyê ya tîmên bi tevger yên YJA Starê de li qada Çemço dagirkerek hate kuştin.

Me di daxuyaniya xwe ya 19’ê Îlonê de diyar kiribû ku 18’ê Îlonê li Qada Sîda bi rêbaza sabotajê derb li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin bikevin çeperên şer yên Şehîd Agir.

Paşê hêzên me zelal kirin ku di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine kuştin.

Dîsa 20’ê Îlonê li Qada Şehîd Kamûran ya bi ser herêma Xakurkê hêzên me derb li dagirkeran xistin ku di nava tevgerê de bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 21’ê Îlonê li Girê Hekarî ya girêdayî herêma Metîna bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin.

Di encama vê çalakiyê de jî 4 dagirker hatin kuştin.

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 20 caran bi çekên kîmyewî êrişî qadên Gerîla kir

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 20 caran bi çekên kîmyewî, 11 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obusan qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button