Wê Iraq û Tirkiye li ser hinardekirina nefta herêmê bicivin

Nêzî sê mehin hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiye hatiye rawestandin.
Ji bo destpêkirina hinardekirina nefta Herêmê, wê îro şandeyên Iraq û Tirkiye bicivin.

Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî di 25’ê Adara 2023’yan de biryar da ku êdî Herêma Kurdistan bêy destûra hikûmeta Iraqê neftê hinardeyî Tirkiyê neke.

Her wiha hatibû gotin ku divê Tirkiye bi qasî milyarek û nîv dolar tazmînatê bide Iraqê.

Ji piştî biryarê ve hinardekirina nefta xam ya Herêma Kurdistan ku rojane nêzî 450 hezar bermîl ji bo Tirkiyê diçû, hatiye sekinandin.

Berdevkê Wezareta Neftê ya Iraqê Asim Cîhad di daxuyaniyekê de qala mijarê kir.

Asim Cîhad ragihand ku wê şandeyên Tirkiye û Iraqê ji bo ji nûve destpêkirina hinardekirina nefta Herêma Kurdistan a ji bo Tirkiye bicivin.

Hikûmeta Federal a Iraqê dosya neftê navendî dike

Back to top button