Dozgeriya Tirk biryara girtina 16 rojnamevanên Kurd da

Roja 8’ê Hezîranê li Amedê polîstên Tirk bi ser mal û navendan de girtin û 20 rojnamevanên Kurd xistin binçavan. Piştî 8 rojan rojnamevên ku birin dadgehê derbarê 16 kesan de bîryara girtinê hat dayîn. Rojnamevan, sazî û rêxistinan bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan û diyar kirin wê çapemeniya azad neyê bêdeng kirin û têkoşîna xwe bidomîne.

Li bajarê Amedê de 8’ê Hezîranê polîsên dewleta Tirk bi ser malan û navendên kar de girtin û 21 rojnamevan hatin binçavkirin.

Piştî 8 rojan rojnamevanên di bin çavan de ji bo îfadeyê birin dadg ehê.

Dozgerên dewleta Tirk derbarê 16 rojnamevanan de, biryara girtinê da.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mihemed Elî Ertaş, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç,

Rojnamevan Zeynel Abidîn Bûlût, Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Remezan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Ebdurrehman Oncu hatin girtin.

“Wê têkoşîna me berdewam bike, hûn nikarin me bêdeng bikin”

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li dijî girtina 16 rojnamevanan li ber avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê.

Nûnerên partî û saziyan û gelek rojnamevan jî tev li daxuyaniyê bûn.

Di çalakiyê de pankarta ku wêneyê rojnamevanan li ser bû bi nivîsa “Hûnê nikaribin bêdeng bikin” hildan.

Di daxuyaniyê de girtina rojnamevanan hat şermezarkirin û wiha hat gotin,

“30 sal in rojnamevanên kurd li ser şopa heqîqetê ne. Tu gef nikare rojnamevanan bêdeng bike. Em ê tevî hemû astengiyan xebata xwe bikin. Em rojnameger in û hûn nikarin me bêdeng bikin.”

20 rojnamevan piştî 8 rojan birin edliyê û îfadeyên wan tên girtin

Back to top button