Tevî cezayan qezenca Rûsya ji gazê zêde bûye

Rûsya tevî cezayan hewil dide aboriya xwe biparêze.
Vê yekê jî bi rêya welatên Ewropa dide kirin.
Her çiqasî welatên Ewropa ji ber şerê li Ukrayna cezayan li ser ferz dike, lê neçarin gaza Moskowê bikirin.
Ji ber nirxê enerjiyê bilind bû, tevî kêmbûna hinardekirinê jî qezenca Moskow zêde bû.

Rûsya bi qezenca ji enerjiya xwe ya difiroşe Ewropa, şerê li Ukrayna didomîne.

Ji ber zêdebûna nirxê nefta xam û sotemeniyê li cîhanê, qezenca Rûsya zêde bû.

Li gorî daneyên Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) asta hinardekirina nefta xam a Rûsyayê di meha Gulanê de li gorî meha Nîsanê neguherî û rojane 5,4 milyon bermîl bû.

Lê hinardekirina berhemên parzûngehê daketiye 2,4 milyon bermîlan.

Ev yek jî rojane 155 hezar bermîl kêm bûye.

Di daxuyaniya pêwendîdar a ajansê ku navenda wê li Parîsê ye, wiha hate gotin:

“Di encama zêdebûna nirxê nefta xam û berhemên petrolê ya li ser asta cîhanê de, qezenca Rûsya ya di meha Gulanê de ji ya Nîsanê zêdetir bû. Ev yek jî bi qasî 1,7 milyar dolar hate diyarkirin.

Bi vê re mehane rêjeya qezenca Rûsya ya mehane derket 20 milyar dolarî.

Piştî ku Rûsyayê 24’ê Sibatê êrîşî Ukraynayê kir, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser qedexekirina îthalata nefta Rûsyayê li hev kiribûn.

Lê tevî vê biryarê, YE di meha Gulanê de ji sedî 43 îxracata neft û berhemên ji neftê ya Rûsyayê kirî.

Bi gotineke din, careke din welatên herî zêde ji Rûsya ev berhem kirîne welatên YE ne.

Piştî YE, Komara Gel a Çînê ji çaran yekê tevahî neft û hilberên neftê yên Rûsyayê hinekî zêdetir hinarde dike.

Amerîka: Divê rêyên kêmkirina qezenca petrola Moskow bê dîtin

Alîkarê wezîrê darayî yê Amerîkayê Wally Adeyemo 14’ê Hezîranê diyar kir ku egeriya wê yekê heye ku qazancên Rûsyayê tevî kêmbûna hinartina petrolê zêde bibin û wiha got:

Divê welatê me û hevalbendên wê rêyên kêmkirina dahata petrolê ya Moskowê bibînin.

Wally Adeyemo teqez kir ku ev yek wê bi sînorkirina bihayan pêkan be.

Adeyemo di komîteya binesaziyê ya Senatoya Amerîkayê de axivî û ev tişt anî ziman:

“Ji bo kêmkirina dahatên Rûsyayê gelek bijarde hene.

Wek danîna sinorê bihayê bo enerjiyê.

Nûnerê Amerîkî destnîşan kir ku divê ev yek bi hevkariya hevpar û hevalbendên DYA’yê pêk were.

Back to top button