Xwediyên xelata Nobel a Fîzîkê diyar bûn

Xelata Fîzîkê ya Nobelê îsal dan wan lêkolîneran ku navgînên nû peyda kirine ji bo keşfkitina cîhana elektronên di nava atomê û molekulan de.

Pîere Agostînî yê Fransî, Anne L’Hûîllîera Fransî-Swêdî û Ferenc Kraûsz ê Awûstûrya-Macaristanî, ji ber xebata xwe ya li ser tevgera elektronan di nava atom û molekulan de, liyaqê Xelata Fizîkê ya Nobelê hatin dîtin.

Li gor jûriyê, zanyar, ji ber çêkirina derbeyên roniyê yên pir kin ku mirov bikare pêvajoya bi lez a elektron tev digerin û ya jî enerjiyê diguherînin, bipîve bi kar bîne, hatin xelatkirin.

Anne L’Hûîllîer û Ferenc Kraûsz, Paûl Corkûmê Kanadayî sala 2022’yan jî bi hev re Xelata Wolfê ya bi prestîj wergirt.

Doh jî Xelata Tibê ya Nobelê dan Katalîn Karîko ya Macar û Drew Weîssmanê Amerîkayê ku bi dîtina derziyên mRNA’yê kiriye ku derziya Covîd-19’ê jî bê dîtin.

Back to top button