Meclisa Jin a PYD’yê, kuştina jina Efrînî ya 80 salî şermezar kir

Meclisa Jin a PYD’yê, kuştina jina Efrînî Fatmê Kinhê ya 80 salî û revandina zarokên wê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku “hesab ji sucdaran bixwazin”.

Meclisa Jin destnîşan kir ku “artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, kirinên dermirovî li dijî gelê Efrînê pêk tînin û bi taybetî li dijî jinan”.

Meclisê got: Ev sûcekî hovane û dermirovî ye, dagirker binpêkirinên xwe, ji bilî revandin, talankirina xwezaya Efrînê û guhertina demografya herêmê, kuştin û destavêtina li jinan jî dewam dikin.

Meclisa Jin a PYD’ê, bang li rêxistinên hiqûqî û yên mafên jinê kir ku “dest bi lêpirsînê bikin û sûcdaran ceza bikin”.

Back to top button