YRD: Emê zordariya li ser navgînên çapemeniyê qebûl nekin

Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Demokratîk YRD’ê 22’ê Nîsanê pîroz kir û teqez kir ku wê zexta hêzên dagirker li ser navgînên çapemeniyê qebûl nekin. YRD’ê roja Rojnamegeriyê li hemû rojnamevanên têkoşîna azadiyê dimeşînin pîroz kir û banga domandina xeta şehîdan kir. Yekitiya Ragihandina Azad jî 22’ê Nîsanê weke zivrandineke dîrokî bi nav kir.

22’ê Nîsana 1898 yekemîn Rojnameya Kurdî bi navê Kurdistanê li paytexta Misrê Qahîrayê ji aliyê Mîr Muqdad Midhet Bedirxan ve hat çapkirin.

Bi vê boneyê Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Demokrat daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku rojnamevanên Kurd wê zexta hêzên dagirker a li ser navgînên çapemeniyê qebûl nekin.

YRD’ê hemû şehîdên çapemeniya azad bîr anî û teqez kir ku wê çapemeniya azad û demokratîk li dijî her şêwe zext û zordariya faşîzmê ji pîvanên xwe venagere û têkoşîna xwe didomîne.

YRD’ê îşaret bi dîroka çapemaniya azad jî kir û dest nîşan kir ku bi çapkirina rojnameya Serxwebûn a cotmeha 1978’an re dîroka çapemeniya Kurd bû xwedî nasnameyeke demokratîk û azad.

YRD: Kar û xeta şehîdan a şoreşgerî bimeşînin

YRD’ê balkişand ser vekirina televizyona yekê Med Tv û keda Rêber Ocalan a afirandina kevneşopiya çapemeniya azad silav kir.

YRD’ê bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker mîna hemû qadan li qada ragihandinê jî polîtîkayên xwe yên qirker dimeşîne û niha bi sedan rojnamevan li zindanên Tirkiyê girtîne.

YRD’ê dawiya daxuyaniya xwe 22’ê Nîsanê li hemû rojnamevanên Kurdistanê yên têkoşîna azadiyê dimeşînin pîroz kir û banga meşandina karê şoreşgerî kir.

YRA: 22’ê Nîsanê zivrandineke dîrokî bû

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) jî Roja Rojnemevaniya Kurdî pîroz kir û ev roj weke zivrandineke girîng di dîroka gelê Kurd bi nav kir.

Back to top button