Jinên herêma Efrînê salvegera 18’emîn a damezrandina Kongra Star pîroz kir

Kongra Star a Herêma Efrîn bi boneya salvegera 18’emîn a damezrandina xwe de şahiyek li dar xist..

Kongra Star şahî li hola Diyar a navçeya Ehdas a Şehbayê li dar xist.

Rêveberiya Kongra Star Rîhana Elo axivî û salvegera damezrandina Kongra Star li tevahî jinan pîroz kir û got: Jinan roleke mezin di birêvebirina civakê de di aliyê leşkerî, civakî, aborî û çandî de di şoreşa Rojava de lîst.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefaa Hisên jî axivî û diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya rêber Apo, jin karî xwe ji zihniyeta baviksalarî rizgar bike û civaka xwe ji bindestiyê xilas kir.

Piştre stran hatin gotin û beşdaran jî xelekên govendê gerandin.

Back to top button