Mistefa Êto: Bêdengiya Rûsya, rê li ber zêdebûna êrîşên dewleta Tirk vedike

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto diyar kir ku bêdengiya Rûsiya dihêle ku Tirkiye hîn zêdetir herêmên Sûriyê dagir bike û komkujiyan li dijî şêniyan pêk bînin.

Mistefa Êto da xuya kirin ku çawa dewleta Tirk li ber çavê Rûsyaya garantor Efrîn dagir kir û bi erka xwe ranebû îro ev senaryo çareke din li navçaya Eyn Îsayê tê dubare kirin.

Mistefa destnîşan kir ku tevî aloziya ku Sûriyê têre derbas dibe, tevî koçberkiriyê, dagirkeriyê, qetilkirin û wêrankirinê jî hikumeta Şamê hîna dev ji hişmendiya xwe ya şofenîst bernedaye.

Li gorî Mistefa armancên dewleta Tirk ne tenê herêmên Bakurê Sûriyê dagir bike, lê belê hin herêmên din yên Rojhilata Navîn jî di planên wî de, hene.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê di dawiyê de, bêdengiya Rûsya û dewletên Ewropa ji êrîşên artêşa Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî van êrîşan xwedî helwestbin.

Back to top button