Newaf El Tai’î: Divê gelê me bi fitneyan neyê xapandin

Piştgiriya bi operasyona ‘Xurtkirina Ewelehiyê’ re mezin dibe.
Şêx Newaf El Tai’î ku yek ji rûspiyê qebîleya El Tay e piştgiriya xwe bi operasyonê re ragihand.
Meclisa Rûspiyê Hesekê jî bang li gelê herêmê kir ku neyên xapandin û li pey fitneyan nekevin.

Yek ji Rûspiyên qebîleya El Tay Newaf El Tai’î jî daxuyaniyek da û piştgiriya bi QSD’ê re anî ziman.

Newaf El Tai’î diyar kir ku divê hemû gelê herêmê di vê dema hestyar de yek dest bin û bi fitneyan neyên xapandin.

El Tai’î da zanîn ku ewê heya dawiyê li kêleka hêzên xwe bin û rê nedin kesî fitneyê di navbera wan de derxîne.

Meclisa Rûspiyên Hesekê piştgiriya operasyonê kir

Her wiha Meclisa Rûspiyên Hesekê jî daxuyaniyek da

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tiştê niha li Dêra Zorê rûdide têkiliya wê bi êl, qebîle û ne bi Kurd û Ereban re tune ye û ev yek got:

“QSD’ê ji bo ewlehî û aramiya herêmê dest bi operasyoneke bi vî rengî kiriye û em hemû jî destekê didin wê.”

Meclisê bang li tevahî şêx û rûspiyên eşîrên herêmê kir ku rabin û isîyatîfekê ava bikin da ev fitne bi dawî bibe.

Back to top button