Li Mereşê malbat di bin seraya zebze de dimînin

Hêza dewletekê di dema alozî û krîzan de, bi dîtina çareseriyê ya di zutirîn demê de xuya dike.
Li bakurê Kurdistanê 25 roj di ser erdhejê re derbas dibin.
Lê hîna ew rejîma ku 24 saetan qala meznahiya dewletê dike, nekariye ji bo gel kona peyda bike.
Mexdurên erdhejê dibêjin, ji ber sermaya heyî zarokên wan mirin.
Û silavên watedar li şefê rejîma faşîst Erdogan dikin.

Erdhejên ku navenda wê Mereş bû ket roja 25’emîn.

Hê jî hin malbatan kon nedîtiye.

Malbata Aksaç yek ji van malbatan e û di seraya sebze de jiyana xwe didomînin.

Di 6’ê Sibatê de li navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên Mereşê erdehj çêbû.

Her du navçe jî navenda erdhejê bûn.

Li gundê Gafarli yê bi ser navçeya navendî ya Dûlkadîroglû ya Mereşê ve ji ber berfê û herifîna rê gundî asê mabûn.

Malbata Aksaç ya ji 7 kesan pêk tê, li gund asê mabû û seraya sebzeyan ya li hemberî wan, ji xwe re kir stargeh.

Malbat tevî hewa sar, di şertên zehmet de dijî.

‘Cihek em ê serê xwe lê deynin tune ye’

Veysî Aksaç diyar kir ku wan kon xwestiye lê kesî kon nedaye wan û kes alîkariyê jî nade wan.

Her wiha dibêje, cihekî ku ew serê xwe lê dênin nîne.

Bi rêya HDP’ê wan kariye xurekan ji xwe re peyda bikin.

“Ti alîkariyek ji Semsûrê re nehatiye”

Li Semsûrê jî rewş heman e.

Serhatiyên xelkê herêmê, rastiya bêhelwestiya rejîmê diyar dike.

Kazim Konaç ku gelek xizmên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye, diyar kir, ku pêdiviyên wan ên wekî kon, nehatine pêkanîn.

Konaç anî ziman ku ew 7 rojan tevî bavê xwe yê astnegdar, di sir û seqema zivistanê de li derve mane û got:

“Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat.

Piştî çend roj di ser erdhejê re derbas bûn, alîkarî hat, lê têr nedikir.”

Mexdûrê erdhejê yê Hatayî: Silavan li serokê me bikin!

Li Hatayê jî xemsariya rejîma deshilat xuya dike.

Li navçeya Defneyê ya Hatayê ku piştî erdhejên despêkê yên li Mereşê, di 20’ê Sibatê de bi pileya 6,4’an hejiya.

Hîna jî bi sedan welatî bê kon in.

Li Defneyê Ahmet Guzeloglû ku kon bi dest wî neketiye û ji ber vê di serayê de dimîne, got:

“Me heya niha kes li vir nediye.

Leşker tenê di rê de diçin û tên.

Silavan li serokê me (li Erdogan) bike.”

“Keça min ji ber sermayê mir”

Ev xemsarî bûye sedema ku ji ber sermayê gelek kes jiyana xwe ji dest bidin.

Keça Lutfiye Yuce ku dayika wê ew ji bin kavilan xelas kirî, bi sermayê mir.

Lutfiye diyar dike ku keça xwe di bin baran û hewaya sar de winda kir û got:

“Ez çar rojan li bendê mam, kes nehat, heke me rakiribûya nexweşxaneyê wê xelas bûbûya.”

Back to top button