Koalîsyon: Em ê piştgiriya xwe bi QSD’ê re bidomînin

Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, teqez kir ku ew ê piştgiriya xwe bi QSD’ê re bidomînin.

 

Têkildarî piştgirya bi QSD’ê re, Berdevşê Koalisyona Navdewletî, Mylez Caggin, got:

“Em ê piştgiriya bi QSD’ê re bidomînin û herêmên ku petrol lê hene biparêzin; ku DAIŞ’ê hewil dide ji van herêman sûdê bigire.”

Koalisyona Navdewletî: Em ê piştî meha remezanê dest bi perwerdeya leşerkî li Iraqê bikin

Her wiha Mylez Caggin, destnîşan kir ku tê payîn piştî meha remezanê jinûve dest bi perwerdeya leşerkî li Iraqê bikin.

Mylez Caggin da zanîn ku Koalisyon bi zêdeyî 4 milyar dolarî û bi sedan maşîneyên leşkerî piştgiriya Iraqê kiriye.

Berdevkê Koalisyona Navdewletî, teqez kir ku ew ê piştgiriya xwe ji hêzên Iraq û pêşmergeyan jî bidomînin.

Derberê radestkirina bergehan ji artêşa Iraqê re, Berdevkê Koalisyonê da zanîn ku ev çend meh in ew plana vê tiştê dikin.

Back to top button