Li Hesekê tîma Keziyên Kesk li bajêr dest bi çandina 6 hezar dar kir

Tîma ‘Keziyên Kesk’ li bajarê Hesekê dest bi avakirina baxçeyên daran kir û wê heta heftiyekê dewam bike.

Projeya ‘Keziyên Kesk’ li Hesekê di 5’ê Îlona 2021’an de li zeviyekê dest pê kir.”

Îro ‘Keziyên Kesk’ di çarçoveya xebatên xwe de li bajêr dest bi projeya çandina tovên darên daristan û şitilan kir.

Xwendekar û endamên Desteya Perwerdeyê ya Hesekê jî beşdarî hemleyê bûn û şitil û tov li baxçeyê li taxa Mişeref ê Hesekê diçînin.

Li ser vê projeyê, rêveberê tîma xebatê Şêrîn Îbrahîm axivî û got:

“Di destpêka biharê de xebatên çandina tov û daran didomin û dê heta 17’ê Adarê berdewam bike.

Zêdetirî 6 hezar şitil wê werin çandin.”

Back to top button