Li Stenbolê hunermendên ku komkujiya Parîsê şermezar kirin hatin binçavkirin

Hunermendan xwestin li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê ya li Taksîma Stenbolê komkujiya li Parîsê protesto bikin. Di dema çalakiyê de hunermend hatin binçavkirin.

Çalakîya hunermandHUNERMEND HATIN DESTGÎRKIRINa bi qedexeya kêfî ya kaymakam hate astengkirin. Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû û hunermend dema ku hatin pêşiya konsolosxaneyê polîsan dora wan girtin.

Polîsan bi darê zorê nûçegihan ji qadê derxistin û gelek kes destgîr kirin.

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglu diyar kir li gelek bajarên cîhanê li dijî Kurdan sûîqest û komkujî tên kirin.

Çawa ku polîsên li Fransayê kujer serbest berdan û li komkujiyan temaşe kirin, polîsê vir jî bi astengkirina çalakiyê, êrişan didomînin.

Hikûmet li hemû cîhanê heman tiştî dikin.

Kujer li kolanan serbest digerin û komkujî pêk tên. Lê protestokirina komkujiyan qedexe ye.

Divê were zanîn ku hikûmeta Fransa heta ku nikaribe berpirsên vê komkujiyê eşkere bike, sûcdar e û şirîkê komkujiyê ye.

Divê were zanîn ku polîsên pêşî li van daxuyaniyan digirin, şirîkên vê komkujiyê ne. Me li hemberî van êrîş û komkujiyan stûyê xwe xwar nekir û em ê stûyê xwe xwar jî nekin.

Back to top button