Ji bo ‘meşa azadî’ bi hezaran ber bi Gemlîk a Bûrsayê ve ketin rê

Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîk bûna Tirkiyê li Îmraliyê ye.
Ji bo vê yekê, gelê Kurd û Tirkiyê li Gemlîka Bûrsayê kom bûn.
Polîsên rejîma Tirkiyê ji bo meşvavên Azadiyê têk bibe, gelek hewildanên faşîstane pêk anîn.
Lê tevî vê yekê jî çalakgeran di ‘Meşa Azadiyê’ de, peyama xwe dan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Ji doh ve, li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji bo ‘Meşa Azadî’ bi hezaran ber bi Gemlîk a Bûrsayê ve ketin rê.

Bi hezaran welatî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd meşiyan.

Li baskê meşê yê Enqereyê gelek kes li avahiya Rêxistina HEDEP’a Enqereyê hatin gel hev.

Li ser vê yekê welatî bi wesayîtên xwe yên taybet bi rê ketin.

Beriya birêketinê jî Palamenterê HEDEP’ê yê Colemêrgê Onur Duşunmez axaftineke kin kir.

Onur Duşunmez diyar kir ku rastî gelek astengiyan tên lê çi dibe bila be ew ê biçin Gemlîkê û got:

Em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê jî pêk bînin.

Piştî daxuyaniyê, girse ber bi Gemlîkê ve ketin rê.

Yek ji baskên meşê jî bajarê Stenbol bû.

Welatî li gelek deverên bajar tevî rewşa hewa xerab bi coş ber bi qada kombûnê ve meşiyan.

Welatiyên ku hestên xwe vegotin anîn ziman ew bi biryarin xwe bigihînin Gemlîkê.

Di çarçoveya meşê de ji herêmên Ege û Marmarayê jî girseyên gel bi rê ketin.

Polîsan qada kombûnê ya girseya ji Mûgla, Manîsa û Aydinê hatîne dorpêçkir.

Girseya gel bi dirûşma “Bi zextê nikarin bi me” bersiv da êrîşa polîsan.

Beriya meşê 16 kes hatin binçavkirin.

Tevî êrîşa polîsan jî girseya gel berê xwe dan “Meşa Azadiyê”.

Meşvanên azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê

Bi sedan wesayitan ji doh ve bi rê ketin, li Gemlîkê gihiştin hev,

Li Bûrsa ya navenda meşê bû, gel li taxa Ara-bayat-agi ya navçeya Yildirimê li hev kom bû.

Polîsan qada kombûnê dorpêçkirin.

Her wiha li gelek navçeyên bajêr jî avahiyên partiyê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Tevî binçavkirin, dorpêç û rewşa xerab a hewayî jî welatiyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

“Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe wê têkoşîna me bidome”

Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û gelek kesên din piştî meşê daxuyanî dan.

Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir wê têkoşîna wan a li dijî tecrîdê bidome û got:

“Em ê nehêlin tecrîd bibe rejîmek.

Tekane kesê ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê xwedî proje birêz Ocalan e.

Heta ku em ji hêla fîzîkî ve azad dikin jî em ê dev ji têkoşînê bernedin.

Çîgdem Kiliçgun dawiyê spasiya hemû hevalên ku ked dayîne kir û anî ziman çalakî gihişt armanca xwe.

Meşa azadiyê’ a ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo dest pê kir

Back to top button