NY: Li Nîjerya 8,7 milyon kes pêwistiya xwe bi alîkariya mirovî ya lezgîn heye

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li bakurrojhilatê Nîjerya ji ber êrişên terorî, pêwistiya 8,7 milyon kesî bi alîkariya lezgîn heye.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya netewî de hatine weşandin, Koordînatorê Alîkariya Mirovî yê NY li Nîjerya Edward Kallon di civîna li bajarê Maiduguri axivî.

Edward Kallon dazanîn ku li bakurrojhilatê welat yek ji krîza herî gran ya mirovî tê jiyîn.

Kallon da xuyakirin ku pêwîstiya 8,7 milyon mirovên li herêmê bi alîkariya lezgîn heye.

Her wiha pêwîstiya zêdetirî 4,4 milyon kesî jî bi alîkariya xwarinê heye.

Kallon diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê ji ber êrîşên çeteyên Boko Haram heye û anî ziman ku yên ji êrîşên komê direvin li kampên giştî dimînin

Koordînatorê Alîkariya Mirovî yê NY li Nîjerya Edward Kallon bal kişand ser hewldanên hikumeta herêmê yên ji bo çareserkirina şert û mercan û destnîşan kir ku aştî çareseriya yekane ya krîzê ye.

Koma terorê ya Boko Heram ji destpêka salên 2000’î ve li Nîjeryayê ye.

Ji salên 2009’an û heta niha zêdeyî 20 hezar kes mirine.

Her wiha ji ber êrîşên terorîstî û nakokiyên li welat bi sed hezaran kes neçar man koçber bibin.

Back to top button