Amerîka wê 800 milyon dolar alîkariyên leşkerî dide Kiev

Doh serokê Rûsyayê Pûtîn ragihand ku hêzên wan bajarê Ukrayna Marîupol kontrol kiriye.
Li rojhilatî welat jî artêşa Rûs dibêje, hêzên wan li herêma Donbasê 40 gund ji hebûna hêzên Ukraynayî paqij kirine.
Di rewşeke wiha de Amerîka biryar da ku 800 milyona dolarên din alîkariya leşkerî bide Kievê.

Piştî Rûsyayê ragihand ku wan bajarê Marîupolê kontorl kirine, Amerîka ji bo piştgiriya Ukraynayê biryareke nû da.

Serokê Amerîka Joe Biden anî ziman ku şerê li herêma Rojhilatê Ukrayna, tê wateya pêwîstiya bi alavên leşkerî yê nû.

Li gorî biryarê, topên giran û balafirên bê mirov jî di nav de Waşîngton wê bi qasî 800 milyon dolar alîlariya leşkerî bide Kievê.

Ji bilî mijara leşkerî, Xezîneya Amerîkayê jî ragihand ku ji bo alîkariya aborî weke dedstpêkê ew ê 500 mîlyon dolar bidin Ukraynayê.

Piştî vê yekê wezareta parastinê ya Ukrayna ragihand ku ji bo wergirtina çekên nû dem pêwîst e.

Bi vî awayî ji 24’ê Sibat roja destpêkirina êrişê, Amerîka heta niha 3 mîlyar dolar alîkarî dane Ukrayna.

Rûsya: 40 gundên Donbasê hatin kontrolkirin

Li aliyê din şerê li herêma rojhilatê welat dewam dike.

Berpirsên artêşa Rûsyayê ragihandin ku hêzên wan li Donbasê 40 gund kontrol kirine.

Di vê navberê de serokê Ukraynayê Zelenskî idîa kir ku bajarê Marîupolê hê bi temamî neketiye bin kontrola hêzên Rûs.

Zelenskî diyar kir ku daxwaza wan a ragihandina agirbestê, ji aliyê Rûsyayê ve hate redkirin.

Back to top button