Federasyona Karkerên Azad ên Îranê bang li darxistina çalakiyan kir

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê banga li darxistina çalakiyan hate kirin. Dewleta Îranê jî ji bo asteng kirina çalakiyên 1’ê Gulanê gef li jinan xwer. Li aliyê din rewşa girtî Fatima Sepehrî a ku bi nexweşiya giran li Îranê girtî ye, roj bi roj xerabtir dibe.

Bi rasthatina 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê re li Rojhiltê Kurdistanê û Îranê banga li darxistina çalakiyan hate kirin.

Federasyona Karkerên Azad ên Îranê bi daxuyaniyekî bang li karkerên çar aliyê Îranê kirin ku ji bo bidawîkirina kiryarên nemirovane li kargehan grev û çalakiyan bikin.

Piştî banga çalakiyan hêzên Îranê gelek jin û ciwan binçav kirin

Hete ragihandinê ku piştî vê bangê gelek ciwan û jin ji aliyê hêzên Îranê ve hatine tehdîdkirin ku li ser biryara li darxistina çalakiyan gav paşve bavêjin.

Her wiha gelek endamên sendîkayê jî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û girtin.

3 Cihê kar ji ber rêziknameya hicaba zorî pêk neanîn hat girtin

Di heman çarçevyê de 3 cihên kar li herêma pîşesazî ya “Opal” a Tehranê bi hinceta ku karkerên jin rêziknameya hicaba zorî pêk naynin, hatin girtin û li dijî xwediyên wan doz hat vekirin.

Golrokh Îraî: Divê ji bo karkerên grevê piştgirî were dayîn

Girtiyê siyasî Golrox Îraî jî bi boneya 1’ê Gulanê peyamek da.

Îraî di peyama xwe de diyar kir ku divê ji bo karkerên grevê yên li Îranê piştgirî were dayîn û got:

“Bêyî wan ne gengaz e ku ev qonaxa dijwar a dîrokî derbas bibe.”

Rewşa girtiya nexweş Fatemê Sepehrî her ku diçe xirab dibe

Li aliyê din di girtîtîgehên Îranê de rewşa gelek girtiyên nexweş xirabtir dibe.

Fatima Sepehrî a ku bi nexweşiya giran li Îranê girtî ye, roj bi roj rewşa wê xerabtir dibe.

Çalakvan Fatemê Sepehrî di rojên destpêkê yên çalakiyan de hatibû girtin.

Birayê Fatima Sepehrî ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir ku jiyana xwişka wî di xetereyê de ye û xwest demildest serbest were berdan.

Hat zanîn ku Fatemê Sepehrî piştî ameliyatê neçar mabû ku tedawiya fizîkî bîdîta û herwiha nexweşiya diyabet û tansiyona bilind pê re hebû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çalakvana siyasî Fatima Sepehrî ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Meşhedê ve bi 18 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.

Back to top button