QSD: Divê civaka navdewletî êdî bileve

QSD Efrîna birîndar bi bîr anî û diyar kir ku zêdeyî sivîlên bêguneh di destê hovên Osmaniyan jiyana xwe wenda kir. Guhertina demografîk û binpêkirinên rojane yên li wir tên kirin jî bi bîra civaka navdewletî xist û jê re erka wê ya bidawîkirina dagirkerî û vegera şêniyên resen anî ziman. 

Hêzên Sûriya Demokratîk diyar kir ku zêdeyî hezar û 860 kes di nava sê salan de bûn qurbanên hovîtiya dewleta Tirk û komên wê yên çete.

QSD êşa ku Efrîniyan ji ber êrîş û dagirkeriyê kişandiye bi bîr anî û bîlançoya êrîş û binpêkirinan, her wiha guhertina demografîk û dewamkirina wê, ji civaka navdewletî ya bêdeng re raxist ber çavan.

QSD anî ziman ku:

760 sivîl û derdora 120 ji wan jin û zarok jiyana xwe li ser destê Artêşa Tirk û çeteyên wê ji dest da.

Her wiha zêdeyî hezar û 100 kes birîndar bûn.

Ew jî bi rêya bombebaran û topbarana erd-asman û ji ber binpêkirinên wan ji çaxê êrîşa 20 Çileya 2018 û heta niha.

72 balafirên Tirkan, di 4ê piştî nîvroya wê rojê de, girt ser bajêr û ji her aliyî de ew da ber bombeyan.

Asta tundiya 3 salan û siyaseta Tirkkirinê jî ji aliyê QSD ve hatin bibîrxistin, ku:

Derxistina bi darê zorê ya dewam a bêhtirî 300 hezar kesên ji bajarê Efrînê, ji bajarok û gundewarên wê, piştî 3 salên talan, guhertina demografîk û binpêkirinan.

Ev hemû encamên dagirkirina Tirkiye û komên wê yên Artêşa Azad in.

Hêzên Sûriya Demokratîk piştî belgekirina vê hovîtiya ku ji aliyê idiakarên azadkirina xaka Sûriyê tê kirin û rastiya wan a bi tenê ji cîhanê re raxist, erkê civaka navdewletî pê da bibîranîn.

QSD’ê got:

Divê civaka navdewletî ji bo binpêkirinên rojane yên li Efrînê, ji kuştinê bigire heta bi koçkirina bi darê zor re derkeve, bilive, da bi hezaran koçberên hatine derxistin vegerin malên xwe.

Şervanên QSD ji roja destpêkê ya êrîşan û heta 58 rojan bi berxwedaneke bêhempa û di ber xaka xwe de lehengî bi tîpên zêrîn nivîsî.

Li Dêra Zora ku 23 Adara par jî ji pencên DAIŞê derxistî, rojane operasyonên xwe li dijî şaneyên wê yên veşartî pêk tîne û weke xezebê daye ser pişta wan.

Şervanên QSDê ji wê çaxê û heta niha 192 operasyon kirine û dawiya 65 çeteyî aniye.

Back to top button