Koşka Spî: Dosyaya nukleriya Îranê, beşekî nîqaşên Biden digel hempîşe û hevalbendan de ye

Di roja yekem a hatina Joe Biden li ser kursiya desthilatê, gelek biryarên girîng bo Amerîkayê der bûn. Ji wan, mijara têkbirina Corona, nukleriya Îran, vegera li peymana avhewayê û rawestandina avakirina dîwarê Mexico û DYA’yê ne.

Serokê nû yê hilbijartî Joe Biden duh digel cîgira xwe Kamala Harris bi merasîmeke biçûk ji ber tirsa êrîşeke din û Coronayê, hatin ser desthilata Amerîkayê.

Bi hatina Biden re, dermokrat li Senatoyê piştî sondxwarina 2 endamên ji Georgia û 1 ji Californiayê, bi komarparêzan re bûn nîv bi nîv.

Di roja yekem a Joe Biden de, zêdeyî 15 biryarên ku ji hêla serokê berê Trump hatibûn betalkirin, hatin dayîn.

Berdevka Koşka Spî Jennifer Psaki da xuyakirin ku Amerîka hewl dide bendên nuklerî li ser Îranê xurttir bike û ev dosya; dê beşekî nîqaşên Biden digel hempîşe û hevalbendên wî be.

Koşka Spî: Mijara yekem a ku biden mijûl bike, rûbirûbûna Corona ye

Jennifer da zanîn ku mijara yekem a ku Biden mijûl bike, rûbirûbûna Corona ye.

Li ser vê yekê, Biden lixwekirina devpoşk û pêkanîna dûrbûna civakî li hemû avahiyên hikûmetê sepand.

Biden biryara domandina endamtiya Rêxistina Tenduristyê ya Cîhanî da

Jixwe berî niha serokê têkçûyî Donald Trump biryara vekişîna ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî dabû, li ser vê jî, Biden bi nameyekê Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres agahdar kir ku ew ê endamtiya xwe li Rêxistinê bidomîne.

Amerîka dê li peymana Parîsê avhewayê vegere

Di nava rêkarên destpêkê yên Joe Biden de, vegera li peymana Paris a avhewayê û rakirina projeya xeta boriyên petrolê “Keystone XL” hene.

Biden avakirina dîwarê navbera Meksîka û Amarîkayê rawestand

Her wiha qedexeya rêwîtiyê ya ku Trump li ser hin dewletên ku piraniya wan Misilman in, sepandibû, rakir û bi fermanekê avakirina dîwarê di navbera Meksîka û Amerîkayê de hilawestand.

Mezinê karmendên Koşka Spî ji bo cemidandina biryarên Trump ên dawî, pêşnûmeyek şand ajansên federal, da ku heya 60 rojî li wan vegerin.

Back to top button