Dagirkeran 12 welatî ji bajarê Efrîn û navçeyên wê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin.
Çeteyan herî dawî bi hincetên cuda 12 welatî ji Efrîn û navçeyên wê revandin.
Li navçeya Cindirêsê jî çeteyan 95 darên zeytûnê birîn.

Li Efrîna dagirkirî, rojane welatiyên li Efrînê mane rastî sûc û hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tên.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker weke her carê bi hincetên xwe yên berê amadekirî welatiyan direvîne û di berdêla berdana wan de pereyan ji wan dixwaze.

Herî dawî çeteyan li bajar û navçeyên Efrînê 12 welatî revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê çeteyan li gundê Qude yê bi ser navçeya Raco bi ser malên welatiyên bi navê
Mihemed Şêxo Mamo, Cemîl Ebdo Şêxo û Hesen Elî Murad de girtin û ew revandin:

Heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Beriya çend rojan çeteyan li heman gundî, 7 welatî revandin.

Li gundê Hisê yê bi ser navçeya Mabata jî çeteyan welatiyên bi navên Xelîl Hemdî û Mistefa Şêxo revandin.

Çeteyan welatiyê bi navê Mihemed Ebûd jî ji navenda bajarê Efrînê revand.

Li gundê Şadêre yê bi ser navçeya Şera jî istîxbarata Tirk tevî çeteyan 6 welatî revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne:

Mihemed Hemîd Hebîb
Hebîb Mihemed Hebîb
Mihemed Hebîb Fewzî
Şêxo Elî Birîmo
Sîdo Reşad Sîdo
Merwan Cafer Mîrzo

Hat diyar kirin welatiyê bbi navê Mihemed Hebîb piştî dayîna fidye hatiye berdan.

Çeteyan 95 darên zeytûnê li navçeya Cindirêsê birîn

Li aliyê din, çeteyên dewleta Tirk dar û daristanên Efrînê wêran dikin.

Çeteyan herî dawî 95 dar li gundê Qerbe yê bi ser navçeya Cindirêsê ve birîn.

Di encama şerê di navbera çeteyan de jinek birîndar bû

Şer û pevçûnên di navbera çeteyên dewleta Tirk de li ser parvekirina mal û milkên welatiyên Efrînê dewam dike.

Li navçeya Cindirêsê, di encama şer û pevçûnên di navbera çeteyên ku navê polîsên leşkerî û polîsê sivîl li xwe kirine de, du çete û jinek birîndar bûn.

Back to top button