Koalîsyona Navnetewî hişyariya vegera DAIŞ’ê da

Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞ’ê diyar kir ku rewşa xirab a aborî ya li Suriye û Iraqê û newekheviya li van welatan rê liber vegera DAIŞ’ê vedike.

Berpirsê Karûbarên Şandeya Amerîka ya de Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞ’ê de John Godfrey, derbarê mijarê de peyamek belav kir.

John Godfrey ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê dixwazin krîza aborî ya li Iraq û Suriyê ji bo berjewendiya xwe bikar bînin û dîsa xwe rêxistin bikin.

Godfrey, hişyarî da ku zemîna ji bo vegera çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê çêdibe û destnîşan kir ku hejartî, nebûna dad û newekhevî dibin zemîna ku ciwan tevlî DAIŞ’ê bibin.

Di civîna Koalîsyonê ya Hezîranê li paytexta Îtalya Roma hate lidarxistin de jî peyama têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatibû dayîn.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken jî daxwaza wergirtina welatiyên xwe yên DAIŞ’î yên li gel QSD’ê kiribû.

Back to top button