Çalakiya Konvedanê ya li Şengalê di roja sêyemîn de bidawî bû

Çalakiya konvedanê ya di bi pêşengiya Meclisên Gel yên Herêma Ereban ji bo piştgiriya bi pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ hatibû destpêkirin, doh di roja sêyemîn de bidawî bû.

Di 25’ê Cotmehê de bi pêşengiya Meclisên Gel yên Herêma Ereban ji bo piştgiriya bi pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ konê çalakiyê hatibû vedan.

Di bin konê çalakiyê de endama dibistana şehîd Zîlan Zîna Mihemed axivî û got:

“Em wek jinên Ereb bi fikrê Rêber APO me xwe naskir, em xwedî derketina li Rêbertî erka li ser milê xwe dibînin û emê li dijî tecrîdê her têbikoşin.”

Piştî axaftina li cihê kon, gelê Ereb li hev kom bûn û çalakiya xwe ku sê roja dewam kir bi daxuyanyekê bidawî kirin.

Di daxuyaniye de ji bo azadiya Rêber APO bang li tevahiya welatên Ereb hate kirin û da hate diyarkirin ku fikrê Rêber APO ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelên bindest çareseriye.

Di daxuyaniyê de hate diyakirin ku ew wek civaka Ereb ya Şengalê ji bo azadiya Rêber Apo wê bi hemû pêkhateyên Şengalê re di nava hewildan û çalakiya de bin.

Konê çalakiyê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.

Li Şengalê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya kon hate destpêkirin

Back to top button