Amerîka stratejiya nû ya li dijî Captagonê ragihand

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê stratejiya xwe ya nû ya têkoşîna li dijî narkotîkê û çêkirina captagonê ji aliyê komên girêdayî hikumeta Şamê ve û jihevxistina va koman eşkere kir.

Wezaretê diyar kir ku stratîjî ji 4 xalan pêk tê ew jî wiha ne:

Piştgiriya dîplomatîk û îstîxbaratî.

Bikaranîna cezayên aboriyê û amûrên malî yên li dijî torên qaçaxiyê yên pergala El Esed.

Alîkariyên biyanî û perwerdekirina welatên şirîk û xurtkirina hevkariyê di nava saziyên piralî de.

Pêşxistina danûstandinên dîplomatîk û peymanên giştî ji bo ku fişarê li pergala El Esed bê kirin.

Wezaretê da zanîn wê bi şêwiriya wezaretên gencîne û beravaniyê, rêveberiya têkoşîna li dijî narkotîkê bike.

Stratejiyeke hevbeş di navbera ajansan de pêş xistiye, da ku torên piştgiriyê didin binesaziya narkotîkê ya pergala El-Esed ji hev bixin.

Li gorî wezaretê, tora qaçaxiya captagonê bi rêya 17 dewletan ji Îtalyayê bigire heta bigihêje Malezyayê pêk tê.

Wezaretê diyar kir ku Lubnanê di hilberandin û derxistinê de, bi rêya benderên wê tê bikaranîn, her wiha sûkên li Nîv-girava Erebistanê jî cihê sereke yê hebên captagonê ne.

Hiberîn û bazirganiya hebên kîptagonê li Sûriyê

Back to top button