Fermandar Gabar: QSD û gel wê bersiva her cûre êrîşan bidin

Van demên dawî hêzên Tirk li ser xetên sînor û êrîşên bi daxwaza dagirkirina herêmê zêde bûne. Ji fermandarên QSD’ê Ûmût Gabar bal kişand ser van êrişan û destnîşan kir ku Dewleta Tirk ne cara yekê ye peymanan binpê dike, ji roja yekê ve êrîşên dewleta Tirk dewam in. Fermandar Gabar anî ziman “Hêz û gelê wan wê bersiva her cure êrişan bidin.” 

Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ûmût Gabar li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kirin û destnîşan kir ku, dewleta Tirk ji bo ku xwe ji krîza navxweyî rizgar bike, mîna her carê hewl dide ku êrişî Kurdan bike.

Fermandar Ûmût Gabar eşkere kir ku Dewleta Tirk Kurdan, ne girîng e kîjan partî be tim ji bo xwe dijmin dibîne.

Gabar diyar kir ku Dewleta Tirk ne cara yekê ye ku peymanan binpê dike, ji roja pêşî ve êrîşên dewleta Tirk didomin.

Fermandar Gabar anî ziman ku Erdogan gelek caran gotiye ku bi rêya îstixbaratê têkiliya wan bi rejîma Sûriyê re heye.

Van demên dawî dewleta Tirk li ser xetên sînor hêza xwe zêde kiriye û êrîşên wê û çeteyan li ser herêmê her berdewam in .

Back to top button