Fransa û Rûsya ji ber êrîşên çeteyên Tirkiyê bi fikar in

Serokkomarên Fransa û Rûsyayê fikarên xwe ji ber çeteyên Sûriyê yên ku Tirkiye wan ji bo şer dişîne Qerebaxê anîn ziman.

Kremlin bi daxuyaniyekê, ragihand ku Putin û Macron di pêwendiya têlefonê de behsa geşedanên dawîn ên şerê Qerebaxê kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Herdu aliyan fikarên xwe ji ber aloziya li herêma Qerebaxê û tevlîkirina tundrawan ji Sûriyê û Lîbyayê di şerê li wir de anîn ziman. Her wiha diyar kirin ku hewldanên welatên wan ji bo bidawîkirina şer berdewam in.

Di daxuyaniya Kremlin de hate gotin ku Putin û Macron israra welatê xwe ya şerê li dijî her cure terorê teqez kirin, bi taybet piştî bûyerên ku di demên dawî de li Fransayê rû dan.

Her wiha destnîşan kirin ku helwestên Fransa û Rûsyayê yên têkildarî geşedanên li Lîbyayê nêzî hev in.

Back to top button