Di 24 saetên dawîn de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 43 kes bi vîrûsa koronayê ketin û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îro ragihand ku li herêmê 43 kesên din bi vîrusa koronayê ketin.
Desteyê diyar kir ku 4 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 8 nexweş jî baş bûne.
Bi van daneyên dawî re, jimara pêketiyên vîrûsê li herêmê dibe 7 hezar 955 kes, ji wan 271 jiyana xwe ji dest dane, hezar û 130 kes jî baş bûne.
https://hawarnews.com/kr/haber/li-bakur-rojhilat-sriy-43-kes-bi-koronay-ketin-h40706.html